Asayîşa Dihokê vê carê êrîşî sersaxiya li Mizgeftê kir-HATE NÛKIRIN

45

 

DIHOK / ROJNEWS  

 

Ji bo gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, îro serê sibehê li mala malbata wî ya li bajarê Dihokê sersaxî hatin qebûlkirin.

 

Lê belê asayîşa Duhokê tehemûlî serdanan û wêneyên şehîd nekir. Hejmarek zêde ya endamên asayîşê ku hatin mala malbata Şehîd Demhat, êrîşî endamên malbatê û welatiyên ku hatibûn sersaxiyê kirin.

 

Di êrîşê de endamên asayîşê wêneyên Şehîd Demhat qetandin, heqareta li dayîka wî, endamên malbatê û mêvanan kirin.

 

Li gorî agahiyên ku endamên malbatê dane, di dema êrîşê de dayîka Şehîd Demhat ji asayîşê xwest ku wêneyan neqetînin, lê bêrêziyek mezin hat nîşandan, heqaret hat kirin û wêne jî hatin qetandin.

 

 

‘Ji ber ku behsa Tirkan kiriye êrîş kirin’

 

 

Endamên malbatê destnîşan kirin ku li ser pankarta ku di malê de hatiye daliqandin nivîsa wekî, “Di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bû” hebû. Endamên asayîşê jî ji vê aciz bûne û êrîş kirin.

 

Endamên malbatê gotin ku duh Asayîşê wan re gotiye “Bila al neyên vekirin, hun dikarin merasîm çêbikin”. Li ser van gotinan jî ti al nehatine vekirin, lê dîsa jî êrîş kirine.

 

 

Kameraya peyamnêrê ajansa me hat desteserkirin

 

 

Di dema êrîşê de endamên asayîşê kameraya peyamnêrê ajansa me ku sersaxî dişopand jî desteser kir û nehit ku peyamnêr kar bike.

 

Li aliyê din telefonên welatiyan ku xwestin wêne û dîmenan bikişînin jî hatin desteserkirin.

 

 

Piştî êrîşa li malê, di saetên piştî nîvro de, li Mizgefta Hecî Ereb sersaxî hatin qebûlkirin. Lê endamên asayîşê li vir jî êrîş kirin û wêneyên şehîd Demhat qetandin. Li hemberî êrîşê welatiyan nerazîbûn û bertek nîşanî endamên asayîşê dan.

 

Di êrîşê de welatiyê bi navê Fewzî Hesen  jî hate binçavkirin.