Çeteyên DAIŞ’ê gef li gundiyên Kerkûkê dixwin

37

 

ROJNEWS / KERKÛK

Li gorî  agahiyên ku me ji xelkê van gundan  bidest xistiye ev çend roje çeteyên DAIŞ’ê şev diçine nava gundên Heftexar, Ferqîq, Dara û Mensûr yên ser bi bajaroka Daqûq ya parêzgeha Kerkûkê. Çete bi rêya hoparlora mizgeftên van gundan gef li gundiyan dixwin û dibêjin, ger alîkariya wan nekin divê gund terk bikin.

 

Li gorî agahiyên ku me bi destxistiye çeteyên ku dikevin nava van gundan di derdora 20-30 kesî de de heye û bi du wesayîtan digerin. Ji gundiyan re dibêjin, armanca wan hêzên ewlekariye û ti karek wan bi xelkê medenî re nîne û li gorî gotina gundiyan ji wan re hatiye gotin, ew kesên alîkariya wan dikin bila li gund bimînin yên alîkarî nadin jî bila ji gun derkevin.

 

Ev çeteyane zêdetir diçin nava ew çeperên kevin yên hêzên pêşmerge berê lê diman û niha du baregehên leşkerî yên kevin di destê wan de ye. Têgotin ku li gel wan çekên giran yên weke Doçka, BKC, Acihên leşkerî jî di destê wan de ye.

 

(bz)