Dayîka Uveyş li Mexmurê hat bibîranîn

53

 

ROJNEWS / MEXMÛR

 

 

Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve li avahiya saziyê hat lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endama Rêveberiya Meclîsa Îştar û Rêveberiya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato Zeyneb Cûdî axivî. Cûdî şehîdên Kurdistanê bibîr anîn û di kesayeta Dayîka Ûveys de bal kişand li ser tekoşîna jinê. Zeyneb Cudî got: “Dayîka Ûveyş bi anîna cîhanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, rê vekiriye ku şoreşa jinê ji nû ve bê avakirin. Em di kesayeya Dayîka Ûveyş de li hemberî hemû dayîkên ku di vê tekoşînê de ked daye û ji bo welatê xwe şehîd bûne, bejna xwe ditewînîn. Dayîka Ûveyş hertim di nava lêgerên mezin de bû û ji bo wê her tim tekoşîn dida.”

 

 

Cûdî bal kişand ser kesayeta Dayîka Ûveyş û got: “Dayîka Ûveyş di kesayeta xwe de, heta di her tevgerên xwe de li dijî zilmê û kedxwariyê serî rakiriye.” Cûdî diyar kir di perwerdekirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rola dayîka Ûveyş geleke û got: “Rêber Apo dibêje; ‘Mamosteya min a yekem dayîka min e. Ya ku ez fêrî rastiya jiyanê kirim, ya ku ez fêrî taktîk û rêbazên jiyan û têkoşînkirinê kirime, dayîka min Ûveyşe.’ Ji bo wê di tevgera jina azad de rol û misyona dayîka Ûveş pir girînge.”

 

 

Zeyneb Cûdî herî dawî diyar kir ku weke tevgera jina Kurd wê heta dawiyê têkoşîna dayîka Ûveyş bişopîn û li ser xeta têkoşîn û rastiya wê berxwedanê xurt bikin.

 

 

Bername bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

 

 

 

(xt-hr)