Dikana xwe kiriye pêşengeheke dîrokî

46

 

 

 

 

Li bazara Taxa Millî ya Kerkûkê welatiyekî Kurd yê bi navê Soran Ebdulwehap navê dikana xwe ya şerbet û sardemeniyê kiriye Kobanê. Her wiha dikana xwe bi wêneyên têkoşer, hunermend, gerîla, şervan û pêşengên Kurd xemilandiye.

 

 

Çar aliyên dikanê bi tabloyên kesayetên Kurd hatiye xemilandin. Her keseke ku serdana vê dikanê dike rêwîtiyeke berbi têkoşîna azadiya Kurd û dîroka Kurd ve dike. 

 

Her wiha wêneyên  jinên navdar yên Kurd û jinên şervan jî li her aliyeke dikana xwe ve daliqandiye. Hewl dide dîrok bi şêweyekî zindî bihêle û bi bîr bixe. 

 

Wêneyên şervan û gerîlayan, yê Qazî Mihemed, Hesen Zîrek, Mihemed Mamlê, Şêx Mehmûdî Hefîd, Îbrahîm Ehmed, Pîremêrd, Şêrko Bêkes, Ahmet Kaya hatiye daliqandin.

 

 

Ev 10 sale ev dikan heye û piştî berxwedana Kobanê jî navê dikana xwe kiriye Kobanê.

 

Herkeseke serdana dikanê dike tenê ji ber kirîna tiştan serdan nake û weke pêşengehekî li wir temaşe dikin.

 

 

Gelek caran ji Ebdulwehîp hatiye xwestin ku ev wêneyên û tabloyên bi dikanê ve kiriye di pêşengehekî de bide nîşan lê, ji ber nebûna derfetan heya niha nekarî vî karî bike.

 

 

Zahir Rehmanê ku serdana dikanê jî kiribû digot, dema mirov tê dikanê û li van wêneyên dîrokî û yên şervan û gerîlayan dike rêwîtiyeke berbi dîrokê ve dike.

 

 

 

 

 

(ep/bz)