Duyemîn Hevdîtina Çemçemal a Filmên Jenosîd hat lidarxistin

37

 

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Li navçeya Çemçamal a Silêmaniyê îro li Hola Rewşenbîrî, bi boneya salvegera 30. salvegera raperîna Çemçemal 2. Hevdîtina Çemçamal a Filmên Jenosîdê hate lidarxistin. Bi sedan kes beşdar bûn. Çend çalakiyên cuda pêk hatin.

 

Di serî de Qaymaqamê Çemçemal Remek Remezan axivî û got; "11'ê Nîsana 1988'an xelkê navçeya Çemçemal li dijî rejîma Baas dest bi raperînê kir. Lewma îro weke roja filmên jenosîdê hatiye destnîşan kirin."

 

 

Berpirsê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Silêmaniyê Babekir Direyî jî axivî û wiha destnîşan kir; "Beşê rewşenbîrî û hunerî yê Çemçemal bi rêya filmên jenosîdê re dixwaze êşên gelê Çemçemal û Kurdistanê nîşan bide. Ji bo ku her kes bizanibe ku çi sitemkarî li hemberî gelê Kurd hatiye kirin."

 

 

Di hevdîtinê de Koma Yaran a Muzikê çend parçe muzik pêşkêş kir. Piştre jî çend kurtefilmên rastiya kesên winda bûne hat nîşandan.