Efukirina bersucên xwezayê bû sedema bertekan

41

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

 

Rêxistina Xwezaya Kurdistanê derbarê qanûna efûya giştî de îro li pêşiya Baxê Giştî yê li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Di çalakiyê de Hevserokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Serwer Qeredaxî daxuyanî xwend. Serwer Qeredaxî destnîşan kir tenê li Parêzgeha Silêmaniyê 300 kesên ku bi tawanbariya sûcên li hember jîngehê û lawiran hatibun girtin, di çarçoveya efuya giştî de hatine berdan.

 

Qeredaxî diyar kir ev kesên ku tawanbarî li ser wan heye, bi yasaya efuya giştî hatine berdan, lê van kesan li hemberî jîngehê sûçdarî kiriye, li dijî berjewendiyên giştî tevgeriyan e. Qeredaxî anî ziman ku serbestberdana van kesan jiyana welatiyan dixe nava metuirsiyê û got: “Wan kesan karê terorîstan kiriye.”

 

Piştî axaftinê, aktivîstan bi armanca şermezarkirina yasayê û  peyamdayîna hikûmetê, çavên xwe bi paçên reş girêdan. Çalakvanan bi vê yekê xwestin peyama, “Ev yasa kor e û hikûmet ji wê berpirsyar e.”

 

(ep)