NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de gerîla Berfîn, Fedakar û Demhat ên li Bradostê şehîd bûn hatin bîranîn û li ser nasnameya wan ev agahî hatin dayin:

 

"Di daxuyaniya 17'ê Adarê de me ragihandibû ku di operasyona artêşa TC a dagirker de ku li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê pêk hat, şer derket û encamên vî şerî me ji raya giştî re ragihandibû. Me eşkere kiribû ku di şer de 2 hevalên me şehîd bûne.

 

Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:

 

 

Nasnav: Berfîn Çekdar

Nav paşnav: Şehrîban Temel

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Halîme-Salih

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Adara 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 

Nasnav: Fedakar Van

Nav paşnav: Yûnûs Yaman

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Siyaset-Cesîm

Dem û cihê şehadetê: 15'ê Adara 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

22'ê Adarê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa TC a dagirker hevalê me Demhat Zîndan şehîd bû. Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye:

 

 

Nasnav: Demhat Zîndan

Nav paşnav: Demhat Ahmet Rekanî

Cihê jidayikbûnê: Şeladizê

Dayik-Bav: Nazdar-Ahmet Rekanî

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Adara 2018'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Fedakar Wan

 

Hevalê me Fedakar Van li bajarê Wanê yê herêma Serhedê ji dayik bû ku vê herêmê taybetmendiyên pak ên Kurdayetiyê parastiye. Hevalêm e Fedakar di nava ked û kedkariyê de mezin bû û di emrekî ciwan de cihê xwe li gel têkoşîna azadiyê kir. Rastiya dijmin nas kir û sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Li qadên gerîla cihê xwe di nava gelek karî de girt û bi kedeke mezin hewl da hemû wezîfeyên jê re hatin dayin bi cih bîne. Hevalê me Fedakar li herêmên ku şer lê dijwar in wezîfeya xwe kir û ji sala 2015'an û pê ve bû yek ji hevalên me ku bi xurtî tevlî pêvajoya şer bû.

 

Demhat Zîndan

 

Hevalê me Demhat Zîndan li bajarokê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Li erdnîgariyeke ku zêdeyî sed sal in şer lê diqewime mezin bû. Bi bîr û baweriya 'li ku dibe bila bibe divê li ber êrîşên li ser gelê Kurd rabe' tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Destpêkê tevlî karê ciwanan bû û piştre ji bo têkoşîneke hê bi bandor bike, tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê me Demhat zanîbû ku heta ku gelê me li çar parçeyan azad nebe, Kurd nikarin azad bibin û di demeke kin de bû şervanekî xurt. Sala 2015'an li herêma Çarçela ya Zagrosê bi mehan di eniya herî pêş a şer de cih girt û derbên giran li dijmin xist. Bi keda xwe derket pêş û bi sekna xwe ya fedayî bû yek ji hevalên me ku şûna şopa wî li çiyayên Kurdistanê çêbû.

 

Berfîn Çekdar

 

Hevala me Berfîn Çekdar li herêma Elkê ya Botanê ji dayik bû ku vê herêmê taybetmendiyên xwe yên welatparêziyê parastiye. Ji derdora malbata wê gelek kes tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Hevala me Berfîn li cihekî bi vî rengî mezin bû û di emrekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû. Mîna yên beriya xwe xwest ji bo azadiya gelê Kurd têbikoşe. Tevî emrê xwe yê ciwantî jî bi erk û berpirsyariyên mezin rabû û her tim bû şervaneke xurt. Hevala me Berfîn bi îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber Apo xwe xurt kir û bi kesayetiya xwe ya sade û dilnizm cihê xwe di dilê hemû hevalan de girt."

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here