Jinan astengî hilweşandin û çûn sersaxiya malbata Şehîd Demhat-Bi DÎMEN

39

 

DIHOK / ROJNEWS  

 

 

Îro li bajarê Dihokê ji bo gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li mala malbata wî sersaxî hatin qebulkirin. Lê belê asayîşa Dihokê êrîş kiribûn, wêneyên şehîd Demhat qetandibûn û heqaret li malbatê kiribûn.

 

Ji bilî serdanên sersaxiyên li malê, ji bo qebulkirina sersaxiyên zilaman jî li Mizgefta Hecî Ereb merasîm hat danîn, lê asayîşê li wir jî êrîş kir û wêneyên şehîd Demhat qetandin. Her wiha welatiyek binçav kirin.

 

Bi sedan jin çûn sersaxiyê

 

Tevî hemû êrîş û astengiyan jî bi sedan jin çûn malbata şehîd Demhat û sersaxî xwest. Jinan di sersaxiyê de êrîş şermezar kirin û bal kişandin ku Tirkiye jî heman pêkanînan li dijî merasîmên sersaxî û cenazeyan dike.

 

"