Komîsyona Hilbijartinê rêbaza pêngava hilbijartinê eşkere kir

32

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

Li Hewlêrê îro Serokê Desteya Taybet a Hilbijartinê ya Hêrêma Kurdistanê ya ser bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Mazin Ebdulqadir têkildarî hilbijartinên 12'ê Gulana îsal a parlamentoya Iraqê civîna çapemeniyê lidarxist.

 

Mazin Ebdulqadir bal kişand li ser amadekariyên navendên dengdanê û wiha got; "Li seranserî Herêma Kurdistanê hezar û 257 navendên dengdanê amadene û 7 hezar û 400 sindoq ji bo dengdanê hatine amade kirin. Li Hewlêrê 498 navendên dengdanê, li Silêmaniyê  jî 596 navend amade ne. Bi giştî li Hewlêrê 2 hezar û 500 sindoq, li parêzgeha Silêmaniyê 2 hezar û 900 û li Dihokê jî hezar  û 600 sindoq amadene."

 

Mazin Ebdulqadir diyar kir ku wê di 15'ê Nîsanê de demê propagandeya ji bo hilbijartinê destpê dike û got; "Rêbaz û pîvanên hilbijartinê ji aliyê Desteya Parastin, Desteya Parastina Jîngehê û Wezareta Şaredariyê ve bi hevbeşî hatiye danîn. "

 

Di civîna çapemeniyê de Serokê Desteya Parastina Jîngehê Semed Mihemed jî wiha got; "Li cihên giştî, Park, cihên fermî yên hikûmetê, li trafîkan û nîşaneyên hatinûçûnê hilawistina amrazên propangandeyê qedexeye. Her wiha divê poster û nivîsan bi madeyekî asayî be, ji bo zû jê biçe. Divê  aliyên siyasî xetên înternetê bi kar bînin. Nabe bi karwanên wesayîtan û qurneyê di rêyan de biçin."