Li Silêmaniyê semînara ‘Di nava civakê de rola jinê’

44

 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

Li Hola Cemal Îrfan a Silêmaniyê semîlerek der barê 'Di nava civakê de rola jinê'ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Dezgeha Cemal Îrfan ve hat organîzekirin.

 

Di semînerê de Nivîskar Nasik Wehîd axivî û astengiyên di nava civakê de ji bo jinan tên çêkirin rexne kir û got; "Divê bi lezgîn birîn bên dîtin û piştre çareser bikin. Her wiha divê girîngiyê bidin jinên li gundan û hemû bala me ne li ser jinên li bajaran be."

 

'Divê jin xwe rewşenbîr bikin'

 

Nivîskar Nasik Wehîd pirjinî jî rexne kir û wiha destnîşan kir; "Hinek mela bi hînceta ku temenê keçê zêdeye yan derbasbûye pirjiniyê rewa nîşan didin. Ev yek hişmendiyekî paşketiye. Ferdên civakê di çarçoveya sîstemekî de hatine qalib girtin. Ji bo derbaskirina vê divê jin xwe rewşenbîr bikin. Beşdarî siyasetê bibin. Girîngiyê bi hizra neteweyî bidin. Ji bo hebûn û taybetmendiyên xwe bigirin. Ji pirsgirêk û diyardeyên di nava civakê de rizgar bibin."