Malbatên Şehîdan daxwaza dagdehkirina Erdogan dikin

45

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

22’ê Adarê balefirên şer yên dewleta Tirk gundên Wesan, Serkan û Mawanê li navçeya Qesrê ya ser bi Çomanê ku weke Dola Balayan tê naskirin bombebaran kir. Di van êrîşan de 4 welatî şehîd bun ku du ji wan  pêşmerge bûn. Ji bo pîrozkirina Newrozê derketibûn seyranê bûn hedefa bombeyên artêşa Tirk.

 

Malbatên 4 şehîdên Balayanê îro daxuyaniyeke nivîskî di vê derbarê de weşandin û di têde bang li Hikûmeta Iraqê û Herêmê tê kirin ku bi erka xwe pêk bînin û ji bo dadgehkirina kiryarên dewleta Tirk û Erdogan bikevin tevgerê.

 

Di daxuyaniya malbatên şehîdan de wiha tê gotin: “Êrîşên balafirên şer yên Tirk li ber çavê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Iraqê,  Civaka Navnetewî, Rêxistinên Mafê Mirovan hatiye kirin. Helbet ev êrîş ne tenê binpêkirina xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê û dijî netewa Kurdane, di heman demê de binpêkirina qanûn û mafêen navnetewî yên mafê mirov, ol, netewe û pêkhateyêne jî.”

 

Malbatan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê daxwaz kirin ku ji bo dadgehkirina kiryarên ne mirovane yên dewleta Tirk û Erdogan erka xwe pêk bînin û gotin: “Divê ji bo dadgehkirina Erdogan û dewleta Tirk Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêmê û Wezareta Dadê alîkariya me bikin û rola xwe bilîzin.”

 

Daxuyanî bi vê gotinê bi dawî dibe: “Pêwîste em tev bihevre hevkarî bihevre bikin ji bo dadgehkirina dewleta Tirk û serokkomarê wan yê faşîst.”

 

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de malbatên herçar şahîdan daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistan ,parlemana Herêma Kurdistan , Wezareta Dadê,Hikûmeta Herêmê û Iraqê tewanbarê aliyê navxweyî diyar kiriye .Xwedî li dosyaya wan derbikevin û arikarî wan bikin,ji dadgeh kirina dewleta Tirk li dadgeha bilind û dadgehên li ser vê mijarê.

 

(ep/bz)