Nivîskar Ebdulxaliq: Qendîl Kurdistan e divê bê yasayîkirin

37

 

 

 

HEWLÊR / ROJNEWS

 

 

Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta partiyên Başûr de, ji RojNews re axivî.

 

Mesûd Ebdulxaliq bal kişand ku Tirkiye, Suriye, Îran û Iraq li ser xaka Kurdistanê dagirker in û çanda kurdan  qedexe dikin. Ebdulxaliq destnîşan kir ku li rayedarên Tirkiyeyê dibêjin “Em yek miletin”, lê ev ne rast e û got; “Gotinên wekî ‘biratiya Kurd û Tirk’ derewe. Ji ber ku li Tirkiyeyê hemû çand, ziman û wêjeya Kurdan li wan qedexe kiriye. Pirsgirêk di heman demê de siyasî, olî û yasayî ye.”

 

Ebdulxalik bibîr xist ku Tirkiyeyê êrîşî Efrînê jî kiriye, lê wê Efrîn were rizgarkirin û got: “Ez piştrastim ku wê Efrîn were girtin û serkeftinê pêk were. Wê Tirkiye were derxistin.”

 

‘Metirsiya mezin li ser Başûr heye’

 

Mesud Ebdulxalik anî ziman niha êrîşên Tirkiyeyê li ser Başûrê Kurdistanê hene, lewma niha metirsiya mezin li ser Başûr heye, lê partiyên herêmê nikarin xaka xwe biparêzin. Ebdulxalik bi gotina, “divê em di xema Başûrê Kurdistanê de bin” bal kişand ser girinya parastina nirxên Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurdistanê bê xwediye û êdî hizb nikarin Başûrê Kurdistanê biparêzin. Metirsiya mezin a Tirkiyeyê li nava xaka Herêma Kurdistanê ye.

 

‘Dibe ku têkiliyên hinek partiyan bi Tirkiyeyê re hebin’

 

Ebdulxalik bilêv kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk yekdengiyek heye, lê dibe ku hinek partiyan armancên metirsîdar li gel Tirkiyeyê çêkiribin, lewma dengê xwe nakin û wiha dom kir: “Divê em çavê xwe bigerînin, feydeyê Tirkiyeyê ji bo tu kesê nîne û ti dewlet piştgiriya van sûcan nake. Piştî referamdûma her aliyek bi Tirkiyeyê re lihev bike, wê weke dubereyê çêkirî lê were. Ji ber ku hebûna Kurdistanê lewaze û Tirkiye jî dereng yan nêzîk dê wekî Sedam Hisên bikeve."

 

‘Divê Qendîlê bikin yasayî’

 

Mesut Ebdulxaliq bal kişand ku partiyên BaşûrÊ Kurdistan û yên ku referandûma serxwebûnê pêk anîn, xîreta wan nemeya ku li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin. Ebdulxaliq anî ziman ku Qendîl ne tenê ya yek parçe ya herçar parçeyên Kurdistanê ye, lewma divê xwedî lê derkevin û wiha got: “Kurd di asta dîplomasiya cîhanê de lewazin, nexwe dikarin Qendîl bikin yasayî. Lê mixabin Herêma Kurdistanê li şûna Qendîl bike yasayî, diçe dijberiya gerîla dike."

 

Nivîskar Mesûd Ebdulxaliq destnîşan kir ku gerîlayan di demeke herî zehmet de şoreş pêk aniye, lewma ew hemû deyndarên gerîla ne.

 

(bz)