Parlementerên Başûr: Divê kongreya netewî pêk were

39

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

 

Parlementerên ji koma YNK’ê li parlementoya Herêma Kurdistanê û ya Hizba Şûî li dijî êrîşên li ser tevahiya Kurdistanê daxwaza yekîtiya Kurd dikin û ji bo vê jî dibêjin, rêya pûç kirina êrîşan di lidarxistina kongreya netewî re derbas dibe.

 

Parlementerê YNK’ê Xelef Ehmed diyar kir ku niha pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye û ji bo vê jî ji KNK’ê xwest ku ji bo lidarxistina kongreya netewî xebatê bide meşandin û got: “Di vê rewşa niha ku metirsiyên mezin li ser gelê Kurd heye de yekîtî gelek girînge. Pêwîste KNK niha ji bo kongreya netewî bixebite û da ku hemû hêz û parçeyên Kuridstanê li hember êrîş û dijminan yekîtiya xwe çêbikin.”

 

 

Serokê koma Hizba Şûî li parlementoyê Ebdûrehman Fars diyar kir dijmin gelê Kurd biçûk dixe û zilm lê dike. Êrîşên li ser Efrîn, Kerkûk û Xûrmatûyê metirsiyeke cidî ye ji bo gelê Kurd. Ancax hê jî Hikûmeta Herêmê li hember vêya bêdeng e. Tevî ku ev çend sale parlementoya heremê daxwaz dike ku hêzên dagirker ji Başûr werin derxistin jî lê, heya niha jî Hikûmet li hember vê yekê bêdeng e.

 

 

(bz)