AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Perde li ser peyderê gerîla û pêşmergeyên di yek çeperê de yê li ber Zanîngeha Çermo ya navçeya Çemçemal a Silêmaniyê hatî dayîn hate rakirin. Peyker ji aliyê hunermend Tiwana Talib û bi pêşengiya Asos Caf ve hatiye çêkirin.

 

Di merasîma rakirina perdeyê de, Qaymeqamê Çemçemal Remek Remezan axivî û diyar kir ku peyker sembola pêşmergeyên Kurdistanê ye û got ku gerîlayan bi xwîna xwe karîn dîroka xebatê û qurbanîdanê tomar bikin.

 

Her wiha Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerî yê Silêmaniyê Babekir Direyî jî axivî û got; "Ji bo pêşmerge û gerîla li hemberî xebat û berxwedana dikin, çi bê kirin kême."

 

Peyder vê yekê nîşan dide ku gerîla û pêşmerge ji bo yek armancê xebatê dikin, ew jî parastina xaka Kurdistanê ye.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here