Xelatên Mîhrîcana 4’ê Nîsanê hatin dayîn

36

 

ROJNEWS / MEXMÛR

 

 

11’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê kû her sal li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) bi minasebata roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin, îsal di navbera 3 û 4’ê nîsanêde pêk hatibû.

 

 

Di mîhrîcanê de gelek pêşbirk hatibûn lidarxistin, lê ji ber ku dem kurt bû, dayîna xelatan hatibû taloqkirin.

 

Xelatên pêşbirkan ji aliyê Saziya Perwerdeyê ve, li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi tevlîbûna hemû xwendekar û mamostayan bi merasîmekê hatin dayîn.

 

 

Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, mamosta Cemîl Kara axivî û ji ber ked û tevkariya wan spasiyên xwe pêşkêşî xwendekar û mamosteyan kirin.

 

 

Piştî axaftinê xelatên pêşbirkên wêne, çêkirina maketan, helbest,  dariştin, bazdana sed metreyî û maratonê hatin dayîn.

 

Xwendekarên ku di pêşbirkan de bibûn yekemîn, duyemîn û sêyemîn hatin dayîn xelatên xwe ji destê mamosteyan girtin.  

 

Merasim bi duruşmeya “Bijî Serok Apo”û “Bijî berxwedana serdemê” bi dawî bu.

 

 

(xt.hr)