Xwendekaran wiha rexne li hikûmetê kirin

42

 

ROZE MIHEMED / ROJNEWS

 

 

Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê tevî ku her diçe rêjeya xwendinê zêde dibe jî lê, ji ber xwendekarên mezûn dibînin li gorî pîşeya xwe derfetên kar nabînin neçar dimînin ku di karên ku qet peywendiya xwe bi branşa wan re nîne de bixebitin. Tevî ku xwendekar di her ferserdekî de rexne li hikûmetê digirin jî lê, ev daxwazên wan ji nedîtîve tên.

 

Xwendekarên Iraqê yên beşa ragihandinê ya Zanîngeha Embarê vê carê ne bi gotin lê, bi wêyan xwestin rexneyên xwe bigihînin desthilat.

 

Xwendekaran bi cilên xwe yên mezûniyetê daketin bazarê û wêneyên xwe di beşên cûda yên kar de girtin. Bi van wêneyan hewl didin ji Hikûmetê re bêjin, ger neyên tayîn kirin ew neçarin di beşekî de kar bikin.

 

Her wiha xwendekaran bi van wêneyan gotin, pêwîstiya vî karî bi dîplomayê nîne.

 

 

 

 

(ep /bz)