‘Baasê enfala jîngeyê jî pêkanî’

27

 

 

 

AŞTÎ EHMED/ ÇEMÇEMAL

 

Di 14’ê Nîsanê de 30 sal bi ser komkujiya Enfalê ya di sala 1988’an de bi 8 qoxanan ji aliyê rejîma wê demê ya Baas ve hate kirin derbas dibe. Di encamê de 182 hezar Kurd li Başûrê Kurdistanê hatin enfalkirin.

 

Der barê enfalê û ziyanên wê de pisporê coxrafya û mamostayê Zanîngeha Raperîn Dr. Helet Reşîd ku ji ajansa me re axivî, got; “Di dema enfalê de li gel qetilkirina welatî û wêrankirina gundan de, bêguman jîngeyek mezin jî hate wêrankirin. Ji dema Raperînê vir ve hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye giringî bide jîngeyê û bi parêze.

 

 

Sedema vê jî nebûna plan û hestiyariya hikûmetê li hemberî jîngeyê. Sedema vê jî xemsariye. Ji bo gel ne vegerine gundên xwe û çandiniyê nekine. Bi vî şêwey jî bazirganî xistine destê hizbên xwe. Hikûmet giringî nade bi jîngeyê. Ji ber ku hikûmetê tenê giringî daye bi dehat û pere.”

 

Her wiha Serokê Rêxistina Ayînde (pêşeroj) ji bo parastina jîngeyê Mehruf Mecîd jî li ser enfala dijî Kurdan hatî kirin wiha got; “Pêvajoya jenosid kirina Kurdan binavê Enfalê ji aliyê rejîma Baas ve, dixwastin Kurdan li Iraqê di aliyê coxrafî de tine bikin. Ji bo ti kes nikare li van herêman bijî bû. Ji ber valakirina gund û qedexekirina çûna gundan ji aliyê rejîma Baas ve, zererek mezin gihande jîngeya Başûrê Kurdistanê.”

 

 

Di dawiyê de jî Mehruf Mecîd got; “Mixabin bi derbasbûna 30 salan di ser Enfalê re, hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye bi şêweyek zanistane li ser vî sûcê dijî Kurdan hatiye kirin kar bike. Bêguman tinekirina jîngeyê jî kêmî ya qirkirina gel nîne.”

 

(sk)