AŞITÎ MIHEMED / ÇEMÇEMAL

 

 

Rejîma Sedam Hisên ku li hemberî kurdan hemû pêkanînên dermirovahiyê pêk anîbûn, komkujiya herî mezin di sala 1988’an de pêk anî. Ev komkujiya ku navê xwe ji ayeta Quranê ya bi navê Enfal digire, di 14’ê Nîsana sala 1988’an destpê kiribû û heta 6 mehan dom kiribû. Di van komkujiyên ku di 8 qonaxan de pêk hatibûn de, bi giştî 182 hezar kurdên Başûrê Kurdistanê hatibûn qetilkirin.  

 

Piştî van rêze-komkujiyan, gelê herêmê û Hikûmeta Kurdistanê li wargehên ku komkujiyên mezin lê çêbûne, goristanên bîrdariyê (abîde) çêkirin. Yek ji van bîrdariyan jî li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê hatiye çêkirin.

 

Di her salvegerek enfalê de, li van deran bîranîn çêdibin û gel diçen ziyaretan.

 

Bîrdariya Çemçemal di 9’ê Îlona 2012’an de li ser 400 erdekî donum hatiye çêkirin.  Dirêjiya wê 4 hezar, firehiya wê jî 15 hezar metre ye.

 

Li gorî agahiyên ku Rêveberê Bîrdariyê Halbîl Ehmed Kerîm dane, di goristana bîrdariyê de gorên 838 qurbaniyên enfalê ku bi testa DNA’yê hatine piştrastkirin, hene. Li gorî zanyariyen Kerîm, gelê herêmê kesên ku hatine enfalkirin ji bin xirbeyan hatine derxistin û anîne Goristana Birdariyê spartineaxê. Ji 838 kesan nêzî 500 kesan temenê wan di navberan 18 û 25 saliyê de ne. 160 kes ji wan jî zarokên ku di zindan de ji ber birçîbûn û bê avêyiê jiyana xwe ji dest dane.

 

 

Bîranînên wan zindî ne

 

Di bîrdariyê de ji bilî gorên qurbaniyan beşên ku bîranînên wan zindî dihêlin jî hatine avakirin. Di beşekê te kelûpelên qurbaniyên enfalê û belgeyên ku behsa komkujiyan dikin hene. Di beşa pirtûkxaneyê de pirtûk, komvar û belgeyên ku bûyer, êrîş û komkujiyan vedibêjin hatine bicîhkirin. Beşek mezin ji van pirtûkan ku wekî çavkaniyên serekê yên hovîtiya rejîma Sedam tên dîtin, bi zimanê Îngilîzî û Erebî hatine nivîsandin.

 

 

Hebîl Ehmed Kerim dibêje ku dema ji derveyî welat şandeyek an jî hine kes tên vir, dikarin di van pirtûkan de rastiya Baasê nas bikin.

 

Wêneyên qurbaniyan

 

Di beşek din de wêneyên bi hezaran jin, keç, zarok û zilamên ku bûne qûrbanî hatine daliqandin. Her wiha şêweyê enfalkirina 130 kesan hatiye nivîsandin. Dîsa rojnameya partiya BAAS ya wê demê ku bi navê Sewrey derdiket û parastina enfalêdikir û wêneyên parêzgehê cîh digirin.

 

 

 

 

 (ep)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here