Dayika Şehîd Demhat: Ezê li ser rêbaza kurê xwe berdewam bim

34

 

 

 

DIHOK / ROJNEWS

 

Sersaxiya gerîlayê HPG'ê Demhat Ehmed bi merasîmekî li Dihokê bi dawî bû. Di merasîmê de dayika Şehîd Demhat got; "Ezê heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ser rêbaza kurê xwe berdewam bim."

 

Li Dihokê vê êvarê bi merasîmekê sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, bi dawî bû. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn. Merasîm li ber mala malbata wî pêk hat.

 

Di merasîmê de Hevserokê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Mihemed Abdullah û hejmarek alîgir û endamên Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê, nûnerê PYD'ê yê Herêma Kurdistanê û Endamê KNK'ê Kamûran Berwerî amade bûn.

 

Di merasîmê de Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Mihemed Abdullah axivî û di serî de sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got; "Yên ku alîkariya faşîzma AKP'ê dikin, beşdarî êrîşên li ser xaka Kurdistanê û komkujiya gelê Kurd dibin."

 

Dayika şehîd Demhat jî axivî û wiha destnîşan kir; "Demhat di ciwantî de gerîlatî kir. Wî soza xwe ya li gel Serok Apo, malbatê û şehîdan neşikand û ezê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ser rêbaza Demhat berdewam bim."

 

Piştî axaftina kesên beşdarî merasîmê bûne çûn li Mizgefa Hacî Ereb a Dihokê ku sersaxî lê dihat qebûl kirin.

 

Li cihê sersaxiyê Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamûran Berwarî û Nûnerê PYD'ê yê Herêma Kurdistanê Silêman Ereb axivîn û diyar kirin ku ji bo berdewamkirina rêbaza şehîdan, divê yekîtiya netewiya Kurdan pêk were.

 

Ji bo gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, duh serê sibehê li mala malbata wî ya li Dihokê sersaxî hatibû qebûlkirin. Lê belê asayîşa Dihokê tehemûlî serdanan û wêneyên şehîd nekir. Hejmarek zêde ya endamên asayîşê ku hatin mala malbata Şehîd Demhat, êrîşî endamên malbatê û welatiyên ku hatibûn sersaxiyê kirin.

 

Di êrîşê de endamên asayîşê wêneyên Şehîd Demhat qetandin, heqareta li dayîka wî, endamên malbatê û mêvanan kirin. Piştî nivro jî êrîşî sersaxiya li mizgefê kirin û welatiyek binçav kirin.