NAVENDA NÛÇEYAN

 

Macron ê ji kenalê TF1’ê re axivî wiha got: “Di dema nirxandinên me hate kirin ku em ê li qadê bi qasî pêwîst bandor û sûdê bibin de em ê biryar bidin. Di destê me de delîlên bi hêz hene ku beriya niha bi hefteyek an deh rojan ji aliyê rejîma Esad ve çekên kîmyewî hatiye bikaranîn." Têkildarî dem agahiyek zelal nehate dayîn. Macorn di daxuyaniya roja Sêşemê kirî de dabû diyarkirin ku wê rojên pêş biryara bidin.

 

Serokkomarê Fransa wiha destnîşan kir: “Divê rejîm çekên xwe yên kîmeyewî tine bike” û wiha pêde çû: “Piştî ku hemû agahî hatin lêkolînkirin û şûnde” îşaret bi wê yekê da ku dibe êrîş pêk were.

 

Hişyariyên êrîşê ji bo Rûsya û rejîma Sûriyeyê da, diyar kir ku ji xwe li herêmên mijara gotinên wê hê bêhtir bêistiqrariyê û encamên giran bi xwe re bîne.

 

Herî dawî Macron wiha got: “Fransa bi ti awayî ziyanê nade aramiya herêmê, rê nade nakokiyên cuda. Lê rê nadin ku rejîm ‘her tiştî bike’”.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here