‘Divê di dema propagandaya hilbijartinê de zimanê nexweş neyê karanîn’

25

 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Îro li bajarê Silêmaniyê, hinek ji rojnameger, çalakvan û beşê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê li ser hilbijartinanên Iraqê daxuyaniyek çapemeniyê dan.

 

Rojnameger Jîno Mihemed di kongreya çapemeniyê de peyamek xwen dû daxwaz ji hemû hêz û aliyên siyasî ku tevlî hilbijartina parlamentoya Iraqê dibin kir daku di dema hilbijartinê de alî hevdû neşkênin û wiha hate gotin; “Em daxwaz ji hemû alîgirên hêzên siyasî dikin û dibêjin hilbijartin tenê çend rojeke, divê tu alîgir nakokiyê nexe nava xwe û birayên xwe de. Herkes bi zimanek xweş û propagandayek baş dengê xwe ji bo aliyê xwe bi karbînin.”

 

Pêwîste hemû ew propagandayên tên kirin ji zimanê nexweş dûrbe û di çarçoveya yasayên hilbijartinê de bê kirin.”

 

Piştî daxuyaniyê sekreterê şaxa Silêmanî yê sendîkaya Rojnamegeran, Karwan Enwer axivî û got: “Emê piştre lijneyek ava bikin ji bo çavdêriya propagandayên hilbijartinan. Her aliyek, dezgehek ragihandinê yan jî rojnamevanek zext ser bê kirin dikare agahî bide lijneyê. Em jî wê li gorî yasayê tev bigerin.”

 

Hêjayê gotinê ye ku wê 12’ê Gulana îsal hilbijartinên parlamentoya Iraqê pêk werin. Bi hezaran kes xwe ji bo namzetiyê nivîsîne. Wê ji bo 329 Kursî aliyên siyasî bikevin nava pêşbirkê.

(ik)