ZÛBEYR BRADOST / SÎDEKAN

 

 

Li gorî çavkaniyên herêmî duh di saetên piştî nîvro de li bilindahiyên Çiyadêl ku dikeve devera Bradost û ser bi bajaroka Sîdekanê ye gerîlayan bi çekên giran li artêşa Tirk xistin. Di encama çalakiya çekên giran de gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

 

Piştî çalakiya bi çekên giran artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê rakiriye.

 

Heya niha di vê der barê de ti daxuyaniyek ji aliyê HPG’ê ve ne hatiye dayîn.

 

Hêjayî birbîrxistinêye ku dewleta Tirk di dawiya meha Adarê de gundên Bermîze û Binewanuk ya ser bi Sîdekanê dagir kiriye û di van rojên dawiyê de jî derketine Çiyadêl.

 

(bz)

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here