HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Nerazîbûn û bertekên welatiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewam dikin. Bi vê boneyê welatiyên herêma Germiyan ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku weke helwestek dijî êrîşên dewleta Tirk, ew êdî malê Tirkî nakirin.

 

Yek ji welatiyê herêma Germiyan bi navê Elî Osman nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk wiha anî ziman; “Malbata me ji sê kesan pêktê. Weke hestek netewî di dema êrîşkirinên dewleta Tirk ji bo ser Efrînê, me dest bi boykotkirina malê Tirkî kir. Em êdî tiştên Tirkî nakirin. Ji tiştê herî erzan heya yê herî mezin hemû tiştê malê Tirkiyeya dagirker be em nakirin.”

 

 

Elî Osman têkildarî armanca boykotkirina malê Tirkî jî ev got; “Armanca me ya vê boykotê ewe ku ew karê hikûmet neke, em bikin. Ger zererek biçûk jî be, em aboriya Tirkiyê bixin zererê de. Dibe hinek kes hebin henek bi vê yekê bikin, bêjin bi tu yan malbatek ti tiştek nayê kirin. Bersiva min ji bo van ewe ku ger em malê Tirkî nekirin, wê êdî esnaf jî malê Tirkî neynin.”

 

Her wiha yek ji esnafên herêma Germiyan bi navê Aso Ednan jî got; “Li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, me biryar daye bi ti şêweyek malê Tirkî neynîne dikana xwe û ne firoşim welatiyan.”

 

 

Aso Ednan axaftina xwe bi van gotinan dawî kir; “Li cihê anîna malê Tirkî, emê tiştên welatên din bînim. Di aliyê biha û başiya xwe de jî, ji yên Tirkî erzantir û baştirin. Ji bo bikaranînê guncavtire.”

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here