Iraq: Hêzên me li ser sînorê Sûriyeyê amadene

25

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî nûçeyên dawî yên li ser, DYA wê li Sûryê bide, dengeyên siyasî jî tevlî hevbûn. Duh berdevkê Hikûmeta Iraqê Sed Hedîsî daxuyaniyek li ser êrîşa DYA ya ku ser Sûrye pêkwere û bandora wê ya li ser Iraqê da.

 

Hedîsî got: “Iraq hewl dide pêşbaziyên ku li Sûriyeyê çêbibe bandorê li Iraqê neke. Nabe tiştên li Sûriyê bi qewimin bibe sedemê rabûna DAIŞ li navçeyan bilav bibin. Hêzên Iraqê li ser sînorên Sûryê di nava amadekariyê de ne. Em rê nadin tu DAIŞ’î derbazî nava xaka me bibe.”

 

Herwiha li aliyekê din serokê eniya Sedr Muqteda Sedr jî di daxuyaniya xwe de diyarkir bû ku wana amadekariyên xwe yên ser sînorên Iraqê, li hember her êrîşek ya Amerîka li Sûrye bê kirin, kirine. Sedr dijberiya xwe ya li hember êrîşa Amrîka ya li dijî Surya ragihand.