Ji Walîtiya Hewlêrê çend hişyarî

30

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

 

Cîgirê Waliyê Hewlêrê Tahir Ebdulla îro li Hewlêrê têkildarî xebatên hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê ku biryare 15’ê Gulanê pêk were, daxuyaniyeke çapemeniyê da û hinek hişyarî ji bo xebat û bangeşeyên hilbijartinê kir.

 

Ebdulla diyar kir ku divê hemû lîste ango partiyên dikevin hilbijartinê rêz ji hev re bigirin û van hişyariyan da: “Divê pankart û poster li her cihekî neyên daliqand û paqijiya bajêr were dîqet kirin. Divê li navendên tendûristiyê, li cihên hikûmî, perwerdê û trafîkê neyên daliqandin. Her lîste û berendamek nikare li gorî cihekî dixwazin wêneyên xwe daliqînin.”

 

Cîgirê Walî diyar kir ku cihê pankart û wêneyan wê ji aliyê şaredariyê ve were diyarkirin û her lîste yanjî berendameke li gorî van rêzikan tevnegere wê ceza bigirin.

 

(ep/bz)