NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

KNK’ê di derbarê dagirkeriya deweleta Tirk ya li ser gelê Kurd de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe.

 

Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser gelê Kurd berdewam dike. Dewleta Tirk êdî berê xwe daye destkeftiyên Kurdan û bi çavsorî dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan hilweşêne. Li hemberî vê yekê jî gelê Kurd di nava tekoşînê de û berxwedanê dike. Bi vê armancê jî Konseya Rêveber a KNK’ê daxuyaniyek nivîskî da.

 

Daxuyaniya KNK’ê wihaye: “Yek ji parçeyên herî mezin yê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê ye û di bin dagirkeriya dewleta Tirk deye. Dewleta Tirk wekî mîratxwera Împaratoriya Osmanî destên xwe ji Kurdistanê nakêşe û îro zilm û zordariyê di asteke bilind de berdewam dike. Li aliyekê bi çek û topên giran û balafiran Bakurê Kurdistanê bombe baran dike û xelkê me qetil dike. Li milê din jî sînorên dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê her ku diçe berfireh dike.

 

 Ev bi salane baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ne û di van baregehan de gelek êrîş li ser Kurdistanê çê dibin. Herku Kurd destkeftî bi dest dixin, dewleta Tirk êrîşên xwe zêdetir dike. Dewleta Tirk bivan armancên xwe yên xirab hêzên xwe yên leşkerî û îstîxbaratî li Başûrê Kurdistanê bi cih dike.

 

‘Armanc têkbirina destkeftiyên Rojava û Başûr e’

 

 Dewleta Tirk tenê bi vê yekê re jî nema, baskê dagirkeriya xwe ber bi Rojavayê Kurdistanê ve fireh kir. Destpêkê ji Crablus dest bi dagirkeriyê kir û herî dawî jî bi hemû hêza xwe ya eskerî ve êrîşê Efrînê kir. Efrîn niha dibin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Dewleta Tirk û hikumeta Erdogan ya hov êrîşên xwe û dagirkeriya xwe li ser Kurdistanê mezin dike. Armanca sereke ya êrîşan ewe ku destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatîn destxistin, hilweşênin. Ger vê yekê ne kin jî, îdareyên xweser yên Kurdanê yên li Başûr û Rojava dorpêç dikin û dora wan teng dikin.

 

Dewleta Tirk hêjî konsepta xwe ya li dijî Kurdan ku di salên destpêka Komarê de bikartîne ku ew jî bi temamî bê mafkirina Kurdan bu. Tirkiye heya ser jêkirina Kurdan jî ji bo xwe kiribû armanc. Pratîka îro ya dewleta Tirk a li hember gelê Kurdistanê komployeke şere, hilweşandine, serjêkirin û dagirkeriye. Piştî dagirkeriya Efrînê, Erdogan diyarkir ku armanca wan Qendîle. Bi vê armancê ve girêdayî artêşa Tirk sînorên xwe ber fireh kir û baregehên leşkerî li Bradost û Behdînan ava kir. Bi eşkereyî dixwazin ji Bradost heya Behdînan dagir bikin.

 

Dixwazin bi vê yekê re Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç bikin û wekî Efrînê dagir bikin. Ger ev dagirkeriya wan bi ser ket, wê di qonaxa duyemîn de Başûrê Kurdistanê kontrol bikin. Êrîşên Tirkiyê yên li van navçeyan pêktên êdî ji niyetê jî derbaz bune û di pratîkê de dagirkerî destpê kiriye. Êdî talûke gelek mezin buye û dewleta Tirk êdî êrîşên xwe bi şikandina tekoşîna Bakurê Kurdistanê ve nahêle û baskê êrîşên xwe bi têkbirina hemû deskeftên Kurdan fireh û mezin kiriye.

 

‘Kurdistan di hedefa dewleta Tirk de ye’

 

Armanca dewleta Tirk bêmafkirina Kurdan e, têkbirina îdareyên xweser yên Kurdistanê ye, şkandina îradeya têkoşer ya xelkê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk vê êrişkarîya xwe veşartî û nepenî nake, niyeta xwe ya dagîrkerîyê naveşêre û bi zelalî û gotinê jî namîne, di pratîkê de dest bi dagirkeriyê kiriye. Bi giştî Kurdistan di hedefa dewleta Tirk deye.

 

‘Erka dikeve ser milê Kurd û Kurdistanê…’

 

Di vê rewşê de erkê me Kurdan û Kurdistaniyan ewe ku hemberî vê pêngava dagirkerî ya dewleta Tirkiyê, berxwedana man nû nemanê bikine. Ji ber ku dewleta Tirk bi aşkere dibêje ew rê nadin Kurd bigihin mafên xwe. Bivê armancê KNK daxwazê ji hemû welatîyên Kurdistanê dike ku vê rewşê bi bir û hizreke neteweyî û niştimanî rave bikin, bixwînin, û encameke di xêra neteweyê Kurd û Kurdistanê de jê derêxin. Bi tifaqî dijî vê êrişkarî û dagîrkerîya dewleta Tirk rawestîn. KNK vê sekna neteweyî û niştimanî ji hemû Kurdistaniyan daxwaz dike. KNK êriş û dagîrkeriya dewleta Tirk ya li Kurdistanê şermezar, rûreş, mehkûm dike.”

 

Banga li rêxistinên navnetewî

 

Herî dawî Konseya Rêveber ya KNK’ê bang li hemû dewletên NY, NATO, Yekitiya Ewrupa, Welatên Ereb û cîhana demokratik kir ku li dijî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin. Divê ev dewlet van êrîşane bidin sekinandin û piştgiriya tekoşîna azadiyê ya Kurdistanê bikin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here