Li Iraqê êrîş: 10 mirî, 14 birîndar

35

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gundê Esdîre yê navçeya Şergatê ya ser bi parêzgeha Silahedînê îro teqînek pêk hat.

 

Qaymamamê Şergatê Elî Dowdah li ser mijarê daxuyanî da û got ku di dema kolandina gorê de çend mayîn teqane.

 

Elî Dowdah destnîşan kir ku di teqînê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes ji birîndar bûne.

 

Navçeya Şergatê ku çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an de dagirkirî, di Îlona 2016’an de piştî şerê du rojan dom kir de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû rizgarkirin.