Li navenda çeteyan teqîn

40

           

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, teqînê îro saet 13'an li Ezazê rû da û gelek kes mirin.

 

Tê gotin, teqîn bi wesayiteke bombebarkirî rû daye. Teqîn li cihekî nêzî avahiya 'Meclîsa Herêmî' ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin, pêk hat.

 

Tê texmînkirin ku teqîn ji ber şerê navxweyî yê navbera çeteyên Cephet Şemiye û Sûltan Mûrat rû daye.

 

Sûltan Mûrat komeke çete ye ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye avakirin û piraniya endamên wê Tirkmenin. Cephet Şemiye jî ji komên Ereb ên bi dewleta Tirk re tevdigerin pêk tê.