NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di daxuyaniyek nivîskî ya parlamenterê Kurdistanê û endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Salar Mehmud ji RojNews re şandiye, got; “Îro 12’ê Nîsana 2018’ê li parlamentoya Ewropa bi amadebûna çend lêkolînvanên bowarê jenosid, parlamenter, şanda Kurd li ser mijara nasandina jenosida gelê Kurd wê guftûgo bike.”

 

Salar Mehmud ku wê tevlî konferansa guftûgoya parlamentoya ya li ser naskirina jenosida gelê Kurd bibe, li ser mijarê wiha got; “Di çarçoveya naskirina jenosida gelê Kurd, KNK li nav parlamentoya Ewropa konferansek lidar dixwe. Gelek rêxistinên navnetewî û parlamenterên Ewropa jî wê tevlî konferansê bibin.

 

Jenosida Kurdên Faylî, Enfal û kîmyabaran wê bên guftûgokirin. Cara yekem wê li ser bûyerên Xurmatû, her wiha jenosida eşîra Zirgoşeya ya bajarokê Sediye di çarçoveya jenosida gelê Kurd de wê pêşkêşê parlamentoya Ewropa bên kirin.

 

Bi şêweyek zanistî û yasayî çend delîlên li ser jenosida gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê wê bên xistina rojeva konferansê ji bo nasandina jenosida gelê Kurd.

 

(sk)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here