HEWKAR MISTEFA /  PÊNCIWÊN

 

Li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi çalakiyekê êrîşa Asayîşa Dihokê ya li dijî sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, şermezar kir. Her wiha daxuyanî jî hat dayîn.

 

Li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Qendîl Kemal daxuyanî xwend û wiha tê gotin; "Em bejna xwe li ber giyanê  pak ê Şehîd Demhat Ehmed de ditewînin. Her wiha em bêrêziya asayîşa Dihokê ya PDK'ê ya li dijî sersaxiya gerîla Demhat qebûl nakîn. Li cihê ku PDK piştgiriya gelê Kurd bike, mixabin piştgiriya dewleta  Tirk a dagirker dike."

 

Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Êdî gelê Kurd ji xiyaneta PDK dike re qebûl nake."

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here