Li Xaneqînê teqîn

43

 

EMÎR XANEQÎNÎ / XANEQÎN

Îro serê sibehê di saet 05:00’an de li bajarokê Xaneqîn ya ser bi parêzgeha Diyalayê nêzî Kolêja Ziman û Zanistên Beşerî ya Zankoya Germiyanê, wesayîtek teqiya.

 

Biqasî agahiyên ku bidest ketiye bombe bi wesayîta polîsek ve hatiye girêdan û dema polîs xwestiye wesayîtê bişixûlîne teqîn rû daye. Ji ber teqînê polîs birîndar bûye û paşê jî rakirine nexweşxaneya şoreş a bajarê Silêmaniyê.

 

Polîsê birîndar bûyê navê xwe Qasim Mihemede (1973) ji Kelarêye û li devera Xaqenînê kar dike.

 

(bz)