BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Rejîma rûxayî ya Baasê ku bi 8 qonaxan û di nava 6 mehan de li ser gelê Başûrê Kurdistanê sûcê Enfalê pêk anî. 182 hezar welatiyên sivîl qetil kirin. Belê di 14’ê Nîsana 1988’an de ev giha asta herî jor û Enfala mezin pêk hat. Hemû salê di vê rojê de bîranîna Enfalê tê kirin.

 

Dema qala Enfalê tê kirin, nabe qala ew karên hunerî yên hunermendên Germiyan li mala xwe di bin navê ‘Memleket di bin xîzê de’ çêkirine nekin.

 

 

‘Memleketek di bin xîzê de’ navê projeyek hunerî ku hunermend û şanoger Pişko Mihemed li nav hewşa mala xwe ya li navçeya Kelar a Germiyanê çêkiriye. Ev jî trajediya Enfalê û bi taybetî qonaxa sêyem a Enfala 1988’an vedibêje.

 

Qonaxa sêyem a Enfalê ku weke enfala Germiyan an jî Enfala Reş tê naskirin, qonaxa herî giran a Enfalê ye. Ji 7’ê Nîsanê destpê kir û hemû herêmên Çemçemal, Sengaw, Kifrî, Kelar, Qadir Kerem, Duz, Pêbaz, Tîleko û Leylanî girtine nava xwe. Zêdetirê 5 hezar gund û 4 bajarok hatin wêrankirin. Bi deh hezaran jin, zarok û kal bi wesayitên leşkerî birine çolên Erer û Nugreselman û bi saxî xistin bin axê de.

 

Pişko Mihemed ku yek ji kesên bi saxî ji Enfalê rizgar bûye û trajediya vê qonaxê bi çavê xwe dîtiye, bi rêya hunera xwe vê trajediyê ji kesên din re vedibêje.

 

 

‘Memleketê di bin xîzê de’ navê xwe ji xîza çolê Erer ku bi deh hezaran cenazeyên Kurdan tê de ye digire. Belê niha dîmenên wê li ber çavê gelek kesan weke Pişko ne û hewara wan kesan di guhê wan de lêdide.

 

Pişko Mihemed her wiha Helebce û Çemçemal jî ji bîr nekiriye, di nava hewşa xwe de cih daye monumenta kîmyabarana Helebce û monumenta Enfala navçeya Çemçemal jî. Ev jî her weke Germiyan beşek mezin ê jenosida gelê Kurd ji destê rejîma Baasin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(sk)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here