BIRYAR MIHEMED/ HEWLÊR

 

Bi rasthatina salvegera Enfalê bîranîn tên li darxistin. Îro bi vê armancê li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêr gelek welatî, rojnameger û nûnerên rêxistinên sivîl yên Enfalê, li ber derê Wezareta Dadê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bûn.

 

Armanca merasîmê bîranîna qurbaniyên Enfala ku di sala 1988’an de ji aliyê rejîma Baasê, li hemberî gelê Başûrê Kurdistanê pêkhati bû.

 

Di merasîmê de welatiyan daxwaz kirin ku pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Iraqê bi xwaze tawanbarên Enfalê bên dadgeh kirin. Herwiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin da ku pêşî li revîn û derbazbûna tewanbarên Enfalê bigrin.

 

Hemû sal roja 14’ê Nîsanê qurbaniyên Enfalê tên bîranîn. Enfal ji 8 qonaxan pêktê û ji aliyê rejîma Baasê ve li ser Kurdan hatiye kirin. Di encamê de zêdetirî 182 hezar kes hatin qetilkirin.

 

 

(ik)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here