KERKUK / ROJNEWS

 

 

Hûnermendên Başûrê Kurdistanê bi berdewamî ji ber rêze filmên Tirkî û biyanî yên di kanalên Başûrê Kurdistanê de têne weşandin rexne li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û diyar dikin Hikûmet biqasî cih dide rêze filmên Tirkî girîngî bi pêşxistina hunera Kurdî nade.

 

Lîstikvan Huner Şewqî diyar kir tevî ku rêze filmên Tirkî bandoreke neyînî li ser civakê dike jî li Başûr têne dûblaj kirin. Şewqî anî ziman ku hunermendên Başûrê Kurdistanê xwedî fikir û projyên bihêzin û dikarin gelek kar bidin meşandin û wiha axivî: “Ji ber bûdceyek ji bo pêşxistina hûnera Kurdî ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve ne hatiye veqetandin ew nikarin proje û xebatên xwe pêk bînin. Lê, gelek derhêner û lîstikvanên Kurd hene û dikarin rêze filmên xwe bi xwe çêbikin."

 

 

Derhêner Loqman Emer jî rêze filmên Tirkî weke jehrkirina civakê û amûreke şerê taybet bi nav dike û dibêje, “Wezareta Rewşenbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê di asta yekem de di ber vî şerê taybet yê li ser civakê de berpirsyare. Ev cihê pirsyarê ye çima rêze filmên Tirkî li dewsa rêze filmên Kurdî girtiye? Lêhûrbûn û fikrê me ya di derbarê filmên Kurdî de heye û senaryoyên me jî hene. Lê, mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo me nabe alîkar. Ji ber vê jî divê em tev zext li Wezareta Rewşenbîrî bigirin ji bo rêze filmên Tirkî qedexe bike û pêşî li têkbirina çanda Kurda were girtin.”

 

 

 (îk/bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here