Serokê PAK’ê Yezdan Pena rastî êrîşê hat

53

 

 

 

BIRYAR MIHEMED / HEWLÊR

 

Li Hewlêrê êvarê li ser Cadeya 120  Merteyî ya Hewlêrê Karwanê, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) Hisên Yezdan Pena ji aliyê 2 matorskletan ve hat gulebaran kirin.

 

Berpirsê Peywendiyên PAK'ê Xelîl Nadir diyar kir ku di êrîşê de Hisên Yezdan Pena û parêzvanên wî bi silametî ji êrîşê rizgar bûne.

 

Nadir eşkere kir ku armanca êrîşê terorkirina Hisên Yezdan Pana bû û got ku gumana wan ji Îranê heye ku ev êrîş pêk anî be.