CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Welatiyên Helebce têkildarî êrîşên berdewam ên artêşên dagirkeran ên li ser gelê Kurd û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî êrîşan ji ajansa me re axivîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

 

Welatiyê ji Helebce Delîl Cemal diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê pêk hatin bi piştgiriya welatên bi hêz pêk hat û got; "Efrîn navenda xebat û berxwedana gelê Kurd e. Mixabin ew êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li wir dike, ne tenê planên Tirkiyeyê bû, bi awayekî nerasterast welatên bi hêz ên cîhanê jî ji bo piştgiriya terorê piştgirî danê."

 

 

Delîl Cemal eşkere kir ku li Efrînê xebat û berxwedan tê kirin û wiha domand; "Demekê Kobanê cihê terorê bû, niha Efrîn jî weke Kobanê heman berxwedan û xebatê dike, lê bêdengiya civaka navneteweyî di asta ew êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk de peyamekî dide hemû gelê Kurd, çawa ku li dijî enfal û kîmyebarana Başûrê Kurdistanê bêdeng bûn, niha li Rojavayê Kurdistan û Efrînê jî cîhanê bêdengî hilbijartiye. Lewma divê Kurd nava mala xwe yekrêz bike û pişt bi xwe raweste."

 

Her wiha welatiyê bi navê Werzêr Fayeq diyar kir ku pêwîst bû hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriya Efrînê bersivekî cidî hebûya û wiha destnîşan kir; "Eger bi dayîna daxuyaniyaniyekê be jî dikarî bersivekê bide. Li gel vê bêdengiyê jî, mixabin di nava xaka Herêma Kurdistanê rojane ew artêşa Tirk sînoran derbas dike, lê dîsan her bêdenge."

 

 

Werzêr Fayeq anî ziman ku bêdengiya civaka navneteweyî tenê ji bo ji holê rakirina gelê Kurd e û got; "Rojene li ber çavên wan gelek binpêkirinên mafê mirovan û xaka Kurdistanê dikin û sînor derbas dikin, lê bi gotinekê jî şermezar nakin. Lewma bi piştgirîkirina êrîşên artêşa Tirk em demokrasiya xwe têxin li jêr pirsyaran de."

 

(ab)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here