Bavê şehîd Demhat: Emê rêya şehîdan bi şopênin

56

 

 

 

DIHOK/ ROJNEWS

 

Bavê Şehîd Demhat, Ehmed Rêkanî ku ji ajansa me re axivî, diyarkir ku ew demeke dirêje dinava kar û xebatê dene û kurê wî jî li ser heman rêbaza wan bû û wiha pêde çû; “Emê jî heman rêya wî berdewam bikin. Emê heya dawî li ser rêya kurê xwe biçin. Em soz didin Rêber Apo û şehîdan ku heya dawiya xwîna xwe emê tekoşînê bikin û berdewam bin.”

 

Rêkanî balkêşa ser êrîşên artêşa Tirk ya dagirker jî û got; “Ji aliyê dagirkeran ve êrîş tên ser me, ji bo em hemberî van êrîşane bisekinin, em bedelên mezin didin. Ji bo azadiyê, gelê me qurbaniyên mezin didin. Metirsî li ser herçar parçeyên Kurdistanê heye.”

 

Di dawiyê de Ehmed Rêkanî bang li herkesê kir û got; “Pewîste her kes ji aliyê xwe ve hewldanek bike ji bo rizgariya gelê Kurd. Kurdistan di bin metirsiyê de ye, bi taybet Başûrê Kurdistan ku di bin zext û dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Ji bo vê yekê em hêvîdarin ku gelê Kurdistanê bi avakirina Yekitiya Netewî bibin bersivek ji bo dijmin.”

 

(ik)