Çeteyên DAIŞ’ê ceyrana Kerkûkê qut kirin

49

 

 

 

KERKÛK/ ROJNEWS

 

Şevê din êrîşê ser xeta ceyrana giştî ya ji Bexta tê Kerkûkê kirin û dîrekên ceyranê teqandin. Rêveberê ragihandina ceyrana bakûrê Iraqê Qeys Rezwanî ji RojNews re got; “400 Kîlo Volt ceyrana Kerkûkê ji ber êrîşê kêm bûye.”

 

Qeys Rezwanî her wiha diyar kir ku şevê din li nêzî parêzgeha Diyale çeteyên DAIŞ’ê dîrekên ceyrana Kerkûkê teqandin û ji ber vê jî 400 kîlo volt ceyrana Kerkûk qut bû.

 

Qeys Rezwanî got; “Heya niha jî ev xeta ceyranê nehatiye çêkirin. Niha tenê ceyrana Kerkûkê 100 Mega Watt ji Beldereş tê.”

 

(sk)