AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi çalakiyekê êrîşa Asayîşa Dihokê ya li dijî sersaxiya gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, şermezar kir.

 

Di çalakiyê de li ser navê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Hogir Hisên daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Şehîd Demhat şehîdê gel û niştîmane. Lewma êrîşa li ser sersaxiya şehîda tenê karê dijmine û dijmin vî karî dike. Êrîşa li ser sersaxiya şehîd Demhat jî tenê xizmeta dijmin dike."

 

 

Ji bo gerîlayê HPG’ê Demhat Ehmed (Demhat) ku di 23’yê Adarê de, di encama bombabarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, di 11'ê Nîsanê de li mala malbata wî ya li Dihokê sersaxî hatibû qebûlkirin. Lê belê asayîşa Dihokê tehemûlî serdanan û wêneyên şehîd nekir. Hejmarek zêde ya endamên asayîşê hatin mala malbata Şehîd Demhat, êrîşî endamên malbatê û welatiyên ku hatibûn sersaxiyê kirin.

 

Di êrîşê de endamên asayîşê wêneyên Şehîd Demhat qetandin, heqareta li dayîka wî, endamên malbatê û mêvanan kirin. Di heman rojê de piştî nivro jî êrîşî sersaxiya li mizgefê kirin û welatiyek binçav kirin.

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here