‘Dagirkirina Efrînê jenosîda herî nû ya li dijî Kurdane’

54

 

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL

 

Li Başûrê Kurdistanê sibe 30. salvegera jenosîda Enfala li dijî gelê Kurd pêk hatiye ku têde bi hezaran kes hatin qetilkirin. Îro jî heman komkujî li Efrînê li dijî gelê Kurd didome. Li ser van êrîşên li dijî gelê Kurd pêk tên derhênerên filman ji ajansa me re axivîn.

 

Derhênerê filmê dokumenterî Mihemed Sayid diyar kir ku timî li dijî gelê Kurd komkujî û Enfal pêk hatine û wiha domand; "Di salên 1980'an de Enfal û piştre li Şengalê çeteyên DAIŞ'ê komkujî pêk anîn û niha jî li Efrînê li dijî gelê Kurd Enfal pêk anîn. Weke kesên film çêker tişta ku pêwîste em bikin, ewe ku bûyerên çêbûne dokumenter bikin. Ev yek ji bi rêya film, kurtefilm û filmên dokumenterî re dibe."

 

 

Mihemed Sayid axaftina xwe wiha domand; "Min bi xwe di warê Enfalê de bi dehan filmên dokumenterî hene. Lewma hêvîdarim ku hunermendên me van mijaran ji bîr nekin, ji bo ku weke belge bimînin. Pêwîste kar li ser bikin, ji bo ku ew sûcên ku dijmin li dijî gelê Kurd pêk anîne bikin dokumenter."

 

'Jenosîda herî nû ya Efrînê bû'

 

Her wiha derhênerê Filmê ‘Semaya Hespan’ Serdar Xelîl jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; "Li dijî gelê Kurd jenosîd berdewamin, her carekê gelê Kurd rastî jenosîdan tê. Jenosîda herî nû ya li dijî gelê Kurd pêk hatî jenosîda Efrînê bû. Weke sînemakar me kariye bi bûdceyekî kêm kar bikin, her wiha gelek çîrokên me hene kar li ser bikin. Ji ber ku çîroka Enfalê çîrokekî gelek girane. Heya niha nekarîne filmekê li ser Enfalê çêbikin ku heqê wê bidinê."

 

 

Serdar Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Karê filmsazî nebûye pîşe heya ku bikarin kar li ser jenosîd û bûyerên bi êş ên bi serê gelê Kurd hatine bikin. Yan me dikarî kar li ser wan Enfal û jenosîdên li ser gelê Kurd hatin û tên bikin."

 

(sk)