Gûterres: Pêvajoya ku li NY’yê xetimiye dibe bibe sedema pevçûneke mezin

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN 

 

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) îro li ser banga Rûsyayê  li ser rewşa Sûriyeyê civiya. Bendewariya bi aloz a mudaxeleya DYA, Fransa û Îngîltere a li hember Sûriyeyê ya bikaraîna çekên kîmyewî dom dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) di civînê de hişyarî da.

 

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres, ji welatên endamên di civîna Konseya Ewropa de cih digirin daxwaz kirin ku ‘bi perpirsyar tevger bikin’. Gûterres anî ziman ku divê KENY ‘di demên xeter de’ hê berpirsyar tevger bikin û got: “Ji bo li ser aloziyên her diçin mezin dibin û mekanîzmayên lêpirsînê neyên avakirin, wê rê li ber xeteriyên aloziyên leşkerî veke.”

 

Nûnera DYA’yê yê Nîkkî Haley a di rûniştina KENK’yê de axivî wiha got: “Dema pêwîst bû di vê mudaxele bê kirin.”

 

Rûsya: Dîmenên li Dûmayê mîzansena Brîtanyayê ne

 

Di civîna KENY’ê de nîqaş bi dijwarî dom dikin, artêşa Rûsyayê îdîa kir ku êrîşa kîmyewî ya li Dûmayê ‘Lîstikeke ya Brîtanyayê ku derxistiye ser dikê’ ye.

 

Berdevkê artêşa Rûsya Îgor Konaşenkov wiha got: “Delîlên xurt di destê me de hene ku provakasyona li Rojhilatê Gûtayê ku raste rast ji aliyê Brîtanyaya mezin ve pêk hatiye.”