DANA OMER-SEMÎRE ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Nerazîbûnên li hember dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibin. Li ser vê mijarê mamostayê beşa Yasa yê Zanîngeha Silêmaniyê Enwer Ebubekir ji RojNews re axivî.

 

Mamosta Enwer balkêşa ser erkê Hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşên artêşa Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê û got; “Hikûmeta Başûrê Kurdistan wek herêma serbixwe ti tiştek ji bo vê nake, lê dikare ketina leşkerên Tirk ya nava xaka Başûr destnîşan bike û ziyanên çêbuyîn jî qeyd bike, bi de dewleta Iraqê. Di salên 80’an de di navbera Tirkiye û Hikûmeta Iraqê de li hevkirinek çêbibû ku li gorî wê li hevkirinê Tirkiye dikare 15 kîlometir bikeve nav xaka Iraqê de, heya niha tu hewldan yan jî tiştek nîne ku vê li hevkirinê bide rawestandin yan jî dawî lê bêne. Ev yek hêjî dewam dike.”

 

Enwer di dewamiya axaftina xwe de diyarkir ku qurbaniyên sereke yên van êrîşane gelê Kurde û şehîd ketina kesên bê gunehin.  Enwer got; “Divê Iraq vê li hevkirinê bi cemidêne, mafê Tirkiyê nîne ku ji 15 kîlometir zêdetir derbazî pêş bibe û mal û milkê xelkê vale bike. Divê Iraq bi rêya Wezareta Derve re daxwaz ji Tirkiyê bike ku  tazmînata ziyanan bide, eger vê yekê jî nekir divê Hikûmeta Iraqê vê yekê bibe Desteya Ewlehiya Neteweyên Yekbuyî.”

 

Mamostayê zanîngehê Enwer Ebubekir diyarkir ku Amerîka dewletek dagiker bû  û hat Iraqê dagir kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “DYAa hê jî ji vê rewşê berpirsyare. Di demekê de ku Amerîka bang li Suryê dike ku şer bide rawestandin, lê ji bo Tirkiyê tu tiştek nabêje. Komkirina îmzeyan ji aliyê gel û rêxistinên sivîl ve, dengekê nerazîbunê ye, lê di yasayê de tu guhertin çênake. Daxwazên giştî yên gel tenê nîşandana nerazîbûn û raya giştî agahdar kirine. Wek îmzeyan jî daxwazên giştî jî tu bandorê nake û nikare vê dosyayê veke, ji bo ew tawanên dewleta Tirk dike. Lê Hikûmeta Iraq di asta yekem de berpirsyarê parastina xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye.”

 

 (ik)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here