ROJNEWS/MEXMÛR

 

 Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku her du salan carekê hilbijartinên Hevserokatiya Şaredariyê û endamên Meclîsa Şaredariyê pêk tê, îro di saet 8:00’an de li her semtekê li Mala Gel destpê kir û gelê wargehê  dengên xwe bi kar anîn.

 

Wê gelê Wargehê hem hevşaredar hem jî wê endamên Meclîsa Şaredariyê hilbijêrin.

 

Hilbijartin di saet 19:00'an de bi dawî bû. Piştî hilbijartinê hemû sindoqên ku hatine danîn hatin rakirin û hejmartina dengan destpê kir. Wê heya derengê şevê hejmartina dengan berdewam bike û encama hejmartinê ji wê  ji raya giştî re were aşkere kirin.

 

 Listeya berendamêm Meclîsa Şaredariyê wisaye: Xalid Qutas Hilalî,  Dîcle Hacî Delakî, Hiznî Gulaç Gondikremo, Ebuzêd Bayram Nêrwehî, Eylem Ehmed Ziravigî, Rojîn Benek Hilalî, Mikaîl Soydan Geverî, Evdirehman Urkmez Mijînî, Eyşê Yildiz Hevlerî, Dîcle Îşlek Şirnexî, Temer Feqe Mijînî, Edban Kara Hilalî, Şîrîn Yaman Ripinî û Ebdulah Xalid Hilalî wê ji 16 berendamê Meclîsa Şaredariya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 7 berendam werin hilbijartin.

(kom/rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here