Hilbijartinên şaredariya wargeha Mexmûr destpê kir

46

 

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

 Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku her 2 sal carek hilbijartinên Hevserokatiya Şaredariyê û endamên şaredariyê tê kirin, îro di seat 08:00’an de her semtek li mala gel sindoqên denganê hatin danîn û gelê wargehê diçin dengên xwe bi kar tînin.

 

Wê gelê wargehê hem Hevserokê Şaredariyê hem jî wê endamên Meclîsa Şaredariyê hilbijêrin.

 

Hilbijartinên Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di seet 8:00’an de destpê kiribû wê heya seet 17:00’an berdewam bike. Piştî hilbijartinê wê hejmartin destpê bike û piştî hêjmartina dengan jî wê Hevserokên nû Şaredariyê û endamên Şaredariyê diyar bibin.

 

 

 

 

(ht-hr)