NAVENDA NÛÇEYAN

 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî jenosîda Enfalê ku 14’ê Nîsana 1988’an bi fermana dîktatorê Iraqê Seddam Hisên destpê kirî û di 8 qonaxan de temam bû, di encamê de 182 hezar Kurd hatin kuştin bi bîr anî.

 

KCD’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Enfal ne komkujiya pêşî ya li ser Kurdane ku dewletên mêtinger anîne serê Kurdan û ji dîroka komkujiyên Kurdan Koçgirî, Agirî, Zîlan, Dersim, Gimgimê bi bîr xist û bi domdarî got, ‘’Ev polîtîkaya qirkirinê li Qamişlo, Şirnex, Cizîr, Silopya, Sûr, Nisêbîn, Kerrboran, Gever û niha jî bi wêrankirin û hilweşandina Efrînê re tê domandin.’’

 

KCD’ê bi domdarî got:

 

“Tê zanîn ku dewletên dagirker ên ku ev komkujiyan kirine, bi piştgirî û hêzên emperyal ên navneteweyî pêk anîne. Hêzên navneteweyî şirîkî wan ên vî sûcê dermirovî ne.

 

Heta ku hemû dîktator û şirîkên wan ên van sûcan li pêşberî mirovahiyê hesab ji wan neyê pirsîn û neyên darizandin û cezakirin wê tu carî wijdanê mirovan pak nebe.

 

Lê belê rastiyek heye ku em pê zanin û berçav e. Ew jî tu carî li hemberî van komkujeran paş de gav neavêtin e û berdêla wê çi dibe bila bibe tu carî ji bîr û baweriya xwe ya azadî û rizgariyê tawîz nedan e. Wê îro jî nedin. Dîktatorên ku ev komkujî pêk anîne di wijdanê mirovahiyê de hatine mehkûmkirin û di nav rûpelên dîrokê yên lanetkirî û reş de wenda bûne. Gelê me jî her roj gav bi gav nêzî azadiya Kurdistanê dibe, ev jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe çavkaniya moral û hêviyê. Ji ber vê yekê Kurdistan, li dinyaya ku mirovahî lê hatiye wendakirin û qirêjkirin bûye erdnîgariya jinûve şînbûna nirxên mirovahiyê.

 

Bi vê bîr û baweriyê 32’emîn salvegera komkujiya Enfalê careke din em lanet dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû berpirsyarên herêmî û navneteweyî li pêşberî mirovahiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn.”

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here