Kemal Pênciwênî bi merasîmekê hat bîranîn

28

 

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

Li Hola Pirtûkxaneya Giştî ya navçeya Pênciwên a Silêmaniyê Kemal Şêx Sade (Kemal Pênciwênî) ku ji berî du salan hate şehîdkirin bi merasîmekê hate bîranîn. Gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

 

Merasîmê bi deqeyek rêzgiritina ji bo rihê şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir, piştre mûm hatin pêxistin.

 

Di merasîmê de li ser navê malbatê kurê Kemal Pênciwên Qendîl axivî û got; "Piştî derbasbûna du salan, soza berdewamkirina rêya wî didin ku li ser fikir û felsefeya Ocalan dimeşiya. Her çiqas piştî 6 rûniştinên dadgehê, li ser dosya şehîdkirina Şehîd Kemal, biryara bidarvekirinê ji bo sûcdaran hate dayîn jî, lê li gel me bûye cihê gumana. 8 mehin li ser biryara bidarvekirinê re derbas dibe, heya niha biryar pêk neanîne. Em vê yekê weke hewldana veşartina sûc dibînin ku ji aliyê desthilata Herêma Kurdistanê ve pêk tê."

 

Piştre Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn axivî û bal kişand li ser rol û xebata Kemal Pênciwênî û diyar kir ku ew ê xwedî li xwîna şehîd Kemal derkevin û timî amadene ji bo tolhildana xwîna şehîd Kemal.

 

Her wiha di merasîmê de nameya kurê Şehîd Kemal, Kurdo ku niha li Rojavayê Kurdistanê xebatê dike ji aliyê birayê wî ve hate xwend. Di nameyê de wiha tê gotin; "Weke kurê Şehîd Kemal şanaziyê bi xebat û têkoşînê dikim ku bi rêya bavê xwe fêr bûme. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo xebat û têkoşînê berdewam bikin, ji bo azadiya gelê me."

 

Di merasîmê de çend parçe helbest hatin xwendin û sînevîzyona têkildarî xebat û têkoşîna Kemal Pênciwênî hat nîşandan.

 

Her wiha bi boneya 2. salvegera şehîdbûna Kemal Pênciwên perde li ser wêneyê wî yê li ser rêya sereke ya Pênciwên û Guxlan ku çaryane hate rakirin û navê rê kirin, 'Çaryana Şehîd Kemal'.

 

KEMAL PENCEWÎNÎ KÎ YE?

 

Kemal Şêx Sadiq, sala 1967'an li Penciwînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Sala 1983'an de dema 16 salî bû tevlî Pêşmergeyan bû. Sala 1989'an ji aliyê rejîma Iraqê ve dîl hate girtin û heta sala 1992'an li girtîgehê ma. Sala 1992'an piştî Raperînê ji girtîgehê derket û li dû pêşmergetiya xwe ya 25 salan, sala 2011'an vê carê ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve hate girtin.

 

Penciwînî sala 1997'an Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Roja 13'ê Nîsana 2016'an li Penciwînê, rojek piştî ku tevî welatiyê bi navê Salyawayî hate revandin, cenazeyê wî hate dîtin. Derket holê ku piştî êşkenceya giran, bi 13 fîşekan hatiye kuştin. Malbata Penciwînî dibêje, li pişt vê bûyera kuştinê îstîxbarata Îranê Îlaat û hin hêzên li Başûrê Kurdistanê hene.