Li Bradostê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

32

           

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor nûçeya ANF’ê, nîvê şevê saet 01:00, hêzên gerîla li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li Geliyê Reş û girê Lelîkanê yên Bradostê bi cih bûbûn çalakî kirin.

 

Di çalakiyê de herî kêm 3 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

 

Cerdevanên artêşa Tirk termên leşkeran ji herêmê derxistin.

 

Artêşa Tirk a dagirker nahêle gelê sivîl û rojnamevan biçin herêmê.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê duh daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku di nava hefteyekê de li heman herêmê 19 leşkerên Tirk hatine kuştin.