NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hêzên çekdar ên Tirk avêtin ser mala endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nadiye Gurbuz a li Stenbolê. Polîsan bi wesayitên zirxî kolana mala Gurbuz lê ye girtin û nîvê şevê saet 02:00'an avêtin ser malê. Di dema serdegirtinê de Nadiye Gurbuz ne li malê bû.

 

Polîsên Tirk her wiha avêtin ser mala endama SGDF'ê Aylîn Yildiz. Yildiz jî ne li malê bû.

 

Endamê SGDF'ê Ferhat Pehlîvan li Îzmîrê hate destgîrkirin. Pehlîvan ku serdana malbata xwe dikir, ji ber lêpirsîneke li Stenbolê hate destgîrkirin.

 

Li gorî agahiyan, di destê polîsan de biryara destgîrkirina 10-15 kesan heye.

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here