UNICEF: Boko Haram hezar zarok revandine

40

 

 

 

 

  NAVENDA NÛÇEYAN 

 

Midûrê UNICEF yê Nîjeryayê Mûhammed Malîck Fall diyar kir ku zarokên li bakurê rojhilatê Nîjeryayê dibin hedefa êrîşan.

 

Lêgerîna UNICEF ya têkildarî zarokan, di 4’emîn salvegera revandina 276 zarokên li bajarê Chîbokê hate weşandin.

 

UNICEF’ê diyar kir ku ji sala 2013’an ve zêdetirî hezar zarok hatine revandin, 2 hezar 295 mamoste hatine kuştin û zêdetriî 1400 dibistan hatine îmha kirin.

 

Boko Haram a ku di zimanê xwecihî yê Nîjeryayê de tê wateya “perwerdeya rojava guneh e” bê navber dibistanan dike hedef. Ev kom piştî derkeina 2009’an girêdanbûna xwe ya bi çeteyên DAIŞ’ê re îlan kirîbû.

 

Ji şerê sala 2009’an yê bi vê komê re herî kêm 20 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye.