Welatiyên Helebce: Pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye

29

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Dewleta Tirk a dagirker ketine nava xaka Başûrê Kurdistanê û dest bi dagirkeriyê kirye. Leşkerên Tirk di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ne û baregehên nû ava dikin. Di van baregehan de êrîşê gundên Başûrê Kurdistanê dike. Li hemberî vê yekê her ku diçe nerazîbun zêde dibin. Welatiyên bajarê Helebce ji RojNews re axivîn û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.

 

Welatiyê binavê Bextiyar Kakeyî axivî û balkêşa ser bêdengiya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê. Kakeyî wiha got; “Piştî bêdengiya Civaka navnetewî di dema êrîşa dewleta Tirk ya li ser Efrînê de, mixabin Hikumeta Herêma Kurdistan û parlamento jî bêdengiyê hilbijart ku ev jî cihê şermezariyê ye. Tu helwestek nîşanî dagirkeriya Tirkiyê nedan.”

 

 

Kakeyî di dewamiya axaftina xwe de got ku bêdengî bû sedemê leşkerên Tirk êrîşê Efrînê bikin, bi heman armancê êrîşê Şengal û Qendîl jî bikin û got; “Lê heta şervan û gerîla hebin ew xewna wan pêknayê.”

 

Herwiha welatiya binavê Kîşwer Mewlud jî di vê barê de wiha peyîvî; “Em wek welatî berevajiyê helwesta Hikûmeta Herêmê û berpirsyarên siyasî ne, em welatî hemû êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Efrînê şermezar dikin. Di dema destpêka êrîşê de jî me diyarkir ku em bi hemû awayî amadene piştgiriyê bidin berxwedanê û em çûn Efrînê me li hember dagirkeran şerkir.”

 

 

Mewlud di axaftina xwe de balkêşa ser bêdengiya raya giştî û raya navnetewî û wiha dawî lê anî; “Mixabin civaka navnetewî di dema van zilm û zordariyên li ser gelê Kurd de tên kirin, bêdengiya xwe parast. Di vê serdema nû de hêjî êrîşê ser Efrîn dike û li ber çavê hemû cîhanê zarok, jin û kalan dikuje û komkujiyê pêktîne. Li hemberî vê yekê hemû rêxistinên mafên mirovan bêdengin, ji bo vê pêwîste em bi xwe bi xwere bibin yek û piştgiriya xwe bikin û tifaqê bêxin nav mala xwe de.”

 

  (ik)